CENDİRMAN Lİ LİCÊ YA AMEDÊ OPERASYON MEŞANDİN

CENDİRMAN Lİ LİCÊ YA AMEDÊ OPERASYON MEŞANDİN

Di operasyoneke Cendirman de ku bi piştgirya balefiran li ser navçeya Licê a Amedê hatiye meşandin, 3 Gerîlayên PKK’ê hatin berteref kirin, dest bi ser çekên wan de jî hat girtin.

 di ragihandineke Wezareta karên hundir a dewleta Tirkiyê de hatiye: di çarçûveya operasyoneke asayîşa hundir de, tîmeke Cendirmeyan li parêzgeha  Amedê bi piştgirya balefiran operasyon li navçeya Licê meşandin.

 li gur ragihandina wezareta hundir a Tirkiyê , di operasyonê de 3 Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê hatin berteref kirin, hemwext dest bi ser çekên wan de hatin girtin.

Dîsan di ragihandinê de wiha hatiye xweya kirin ku operasyon wê li navçeya Licê û sînorê Amedê dewam bikin.

Pustên heman beş