HSD’Ê 8 GUND Jİ DEST ÇETEYÊN TİRKİYÊ DERXİSTİN

HSD’Ê 8 GUND Jİ DEST ÇETEYÊN TİRKİYÊ DERXİSTİN

Hêzên Sûryaya demokratîk îro girtina 8 Gundan li sînorê bajarokê Serêkaniyê ragihand û eşkere kir wan zirarên canî bi çeteyên Tirkiyê xistine.

Nerîngeha Sûriya ya mafên mirovan îro eşkere kir, hêzên Sûryaya demokratîk HSD, 8 Gundên bajarokê Serêkaniyê yê Rojava Kurdistanê ji dest çeteyên rêxistinên Cebhet El Nusre û arteşa azad a Sûriyê ku ji bo berjewendiya Tirkiyê şer dikin, derxistin.

Nerîngehê diyar kir, ev 8 Gund li meha rabûrî de di êrîşa dagîrkariya Tirkiyê de ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatbû dagîr kirin.

Gundên ku HSD’ê girtine her yek ji Dawidiyê, Sedîyê, Reyhane, Swedîyê, Knehir, Ebûş, Umşeyfe û Feyselîyê ne.

Li gor Nerîngehê, hêj şer berdewame di navbera HSD’ê û komên çekdarên çeteyên Tirkiyê de, HSD’e li navçeyên sînorê Til Temirê jî pêşveçûn kirine.

Pustên heman beş