TİRKİYÊ FERMANDAREKÊ MEZİNÊ PKK’Ê Lİ ÇİYAYÊ METÎN KUŞT

TİRKİYÊ FERMANDAREKÊ MEZİNÊ PKK’Ê Lİ ÇİYAYÊ METÎN KUŞT

Balefirên cengî yên Tirkiyê hereketên Partiya Karkerên Kurdistanê li çiyayê Metîn bordoman kirin û fermandarekê mezin ê PKK’ê berteref kir.

Wezareta parastina neteweyî a Tirkiyê îro roja duşemî 4/11/2019an eşkere kir, balefirên cengî yên arteşa Tirkiyê di operasyoneka hevpar li gel saziya îsixbarata dewletê (Mît), hereketên PKK’ê li çiyayê Metîn li herêma Başûrê Kurdistanê bordoman kirine, di operasyonê de, fermandarê PKK’ê li çiyayê Muslih bi Kod navê (Têkoşer Zagros) tê kuştin.

Her wiha eşkere kir, fermandarê ku li çiyayê Metîn hatiye kuştin, di lîsta sor a metlûbên dewleta Tirkiyê de bû.

Têkoşer Zagros li salên notan ji sedeya rabûrî tevlî PKK’ê bûye û beşdarî hejmareke zor a çalakiyên wê li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Bakûrê Kurdistanê bûye.

Li sala 2001an weke berpris û fermandarê navçeya Metîn ê PKK’ê hatiye wezîfedar kirin û Tirkiyê xistbû di lîsta sor a metlûban de.

Pustên heman beş