TİRKİYÊ QEYÛM Lİ ŞÛNA HEVŞAREDARA QUSERÊ YA HDP DESTNÎŞANKİR

TİRKİYÊ QEYÛM Lİ ŞÛNA HEVŞAREDARA QUSERÊ YA HDP DESTNÎŞANKİR

Hikûmeta Tirkiyê îro Qeyûm li şaredariya Quserê a ser bi parêzgeha Mêrdînê li Bakûrê Kurdistanê dana ku hevşaredara wê a HDP’ê bi sûça PKK’ê ji kar dûr xistiye.

Nîlufer Îlmaz ku endama Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ye ji bo lekulînê liser endam bûna wê bi Partiya Karkerên Kurdistanê  ji kar tê dûr kirin û binçavkirin û Qeyûmê Quserê yê bi navê Hisên Çam weke cihgirê seroktiya hevşaredariyê li şuna wê wezîfedar dibe.

Li vê derbarê de parêzgea Mêrdînê di beyaneke nivîsîkî de eşkere kir, dadgehkirina Îlmazê li dadgeha sizayên tund êyn Mêrdînê li ser melefa 111 a sala 2014an bi şikbariya endambûna wê bi Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê re berdewam birêve diçe.

Lekolîn li ser daxaziya dozgeriya komarî ya Mêrdînê di melefa 1642 a 2019an û 8289 a heman salê bi Nîlofer re, bi gomana endambûna wê di Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê de,  tê kirin.

Pustên heman beş