HDP BAREGEHA XWE Lİ AMEDÊ DAXİST

HDP BAREGEHA XWE Lİ AMEDÊ DAXİST

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) îro baregeha xwe li Amedê Daxsit û hevserokê wê ragihand, ji bo rêgirtinê li aloziyê wan ev hengav avêtiye.

Hevserokê şaxa Amedê yê HDP Zîyad Ceylan îro roja Duşemî 4/11/2019an civîneke çapemeniyê lidarxist û têde sedema daxistina baregeha şaxa Amedê eşkere kir û go ku rûniştin û çalakiyên nerazîbûnê li himber deriyê baregeha Partiya Desthilatdar AKP’ê nabe û qedexeye, lê belê  himberî baregeha Partiya demokratîk a Gelan karek asayî ye.

Her wiha dest nîşan kir wan baregeha xwe bi awayeke demkî daxsit ji bo ko alozî çênebe û got:  ne dadperwerîye hewl tên kirin alozî li navbera HDP û malbatên dîlên li dest PKK’ê de werin çêkirin.

Hevserokê şaxa Amed yê HDP hemwext dibêje: nabe pêş deriyê baregeha HDP ji bo çareseriyên pisgirêkên siyasî were îsixlal kirin.

Pustên heman beş