ÇETEYÊN TİRKİYÊ ÊRÎŞÎ GUNDÊN EYN ÎSA KİRİN

ÇETEYÊN TİRKİYÊ ÊRÎŞÎ GUNDÊN EYN ÎSA KİRİN

Êrîşa çeteyên Tirkiyê li ser navçeyên Rojava Kurdistanê didome îro roja Duşemî şerekê giran li Gundên bajarokê Eyn Îsayê hat kirin.

Nerîngeha Sûriyê ya mafên mirovan diyar kir, îro roja Duşemî 4/11/2019an çeteyên Cebhet El Nusre û arteşa azad a Sûriyê ku ji bo berjewendiya arteşa dagîrkar ya Tirkiyê şer dikin, êrîşî Gundên sînorê bajarokê Eyn Îsayê kirine.

Hêzên Sûryaya demokratîk HSD’e ji boy rêgirtinê li êrîşê şereke giran li dijî çeteyan meşandin.

Çeteyên Tirkiyê ji duh sipêdê ve, hewl didin rêya navdewletî ya bi navê M4 bibirin, lê belê ev hewlên wan ji aliyê hêzên Sûryaya demokratîk ve hatin jinavbirin.

Pustên heman beş