BALEFİRÊN TİRKİYÊ GERÎLAYÊN PKK’Ê Lİ ÇİYAYÊ XAMTÎR KİRİN HEDEF
Balefirên cengî ên Tirkiyê îro hereketên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê, li çiyayê Xamtîr kirin hedef û zirarên canî pêre xistin.
Îro roja çarşemî 6/11/2019an balefirên cengî ên Tirkiyê hereketên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê li bilindiya çiyayê Xamtîr, li sînorê navçeya Derkar a ser bi bajarê Zaxo li herêma Başûrê Kurdistanê hedef kir û zirarên canî pêre xistin.
Çavkaniyên Darka Mazî li navçeyê eşkere kirine ku ji erd û asîman îro roja çarşemî arteşa Tirkiyê du caran bilindiya çiyayê Xamtîr bordoman kirine, zirarên canî di rêzên Gerîlayan de hene lê hîna niha ne zelale zirar çi qasin.
ciyê ku îro bi ber bordomana balefirên Tirkiyê ketî, dikeve hindava navçeya Derkarê û bi wê sedemê tirs li cem gelê navçeyê çêbûye.
Êrîşên arteşa Tirkiyê û balefirên wê ên cengî ji 4 mehên rabûrî ve li ser hereketên PKK’ê li çiyayê Xamtîr didomin, ev yek jî bûye sedema dirist bûna tirs û nerehetîyê li cem xelkê navçeyê.