YPG’Ê Bİ MOŞEKÊN TANK ŞİKÊN Lİ ARTEŞA TİRKİYÊ XİST

YPG'Ê Bİ MOŞEKÊN TANK ŞİKÊN Lİ ARTEŞA TİRKİYÊ XİST

Yekîneyên parastina Gel YPG’ê di çarçûveya hêzên Sûryaya demokratîk de, li 24 saetên derbasbûy, 11 caran bi moşekên tank şikên li arteşa Tirkiyê xist.

Wezareta parastina neteweyî a Tirkiyê, îro roja çarşemî 6/11/2019an beyaneke nivîskî weşand û têde eşkere kir, YPG’ê û HSD’ê ji duh roja sêşemî ve, 11 caran bi moşekên tank şikên li navçeyên Rojhilata Firatê ku wê bibin herêma ewlehiyê li hêzên wan xistine.

Wezareta parastina Tirkiyê, li ser hesaba xwe a twitterê ev daxuyanî weşand û li gor wê, wexta ku hêzên arteşa Tirkiyê dewreyên xwe li navçeyên herêma ewlehiyê di domandin, 11 caran rastî êrîşa HSD’ê û YPG’ê bûne.

Her wiha dest nîşan kir, êrîşa li ser hêzên wan bi moşekên tank şikên û gule topan bû, lê behsa tu zirareke canî nekir.

Pustên heman beş