Çeteyên Tirkiyê îro li sînorê bajarokê Zirganê, êrîşê hêzên Sûryaya demokratîk kirin lê HSD’ê êrîş têkşikand û zirarên canî bi komên çeteyan xistin.
Li gor Nerîngeha Sûryaya mafên mirovan, îro roja çarşemî 6/11/2019an , hêzên Sûryaya demokratîk êrîşeke çekdarên dovelankên Tirkiyê li ser rêya navbera bajarokê Zirgan û Til Temirê têkşikandin ku dixwastin gundê Babulxuweyr ê ser bi Zirganê ve kontrol bikin.
Ji encama wê êrîşê 4 çekdarên çeteyên tekfîrî ên Cebhet Elnusre û arteşa azad a sûryê ku ji bo berjewendiya Tirkiyê şer diken, hatin kuştin û hejmareke din brîndar ketine.
Nerîngeha Sûryayê hemwext amaje kir, ji encama topbarana bingehên HSD’ê li enya Ebûlrasên û Til Temirê ji aliyê komên çeteyan ve, 2 şervanên HSD’ê canê xwe ji dest dane û yekê din birîndar ket.
Li ser rêya di navbera bajarokê Zirganê û Til Temirê de, ji wexta dest pê kirina êrîşa dagîrkariya Tirkiyê, şer li navbera HSD’ê û çeteyên Tirkiyê de heye, çete dixwazin wê rê kontrol bikin.