ÎRANÊ 87 KURD DESTESERKİRİN

Dİ YEK MEH DE 87 WİLATÎYÊN KURD Lİ ROJHİLATÊ KURDİSTANÎ HATÎNE DESTESERKİRİN

Rêxistina Hengav bo mafên mirovan ragihand di dema heyva Oktobera îsal de 87 hem wilatîyên Kurd bi sûçên cûda cûda weke çalakiyên Siyasî, svîl û karkeriyê ji aliyê polîs û saziyên ewlehî yên rejêma Îranê ve hatîne desteserkirin.

Li gorey wan amarên ji aliyê Rêxistina Hengav a taybet bi mafên mirovan ve bi tenê li Oktobera 2019an de pitirî 87 wilatîyên kurd ji aliyê saziyên ewlehî yên rejîma Îranê ve li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê hatîne desteserkirin.

Herwiha li gorey van amara dinava desteserkiriyan de 3 jin û 4 xwendkar û 2 parêzer hene.

Hengavê ev amare bi vî awayî ragihandîne:

Li gorey sûçan

Çalakvanên siyasî 83 kes ku dibin 95.5٪ a hemû girtîyan.

Çalakvanên sivîl 3 kes ku dibin 3.5٪ a hemû girtîyan.

karker 1 kes ku dibe 1٪ a hemû girtîyan.

Li gorey parêzgehan

Parêzgeha Sine 25 kes.

Parêzgeha Ormîyê 30 kes.

Parêzgeha Kirmanşan 21 kes.

Parêzgeha Loristan 1 kes.

Parêzgeha Îlam 1 kes.

Pustên heman beş