BİKARANÎNA ÇEKÊN QEDEXEKİRÎ LİSER TİRKİYÊ TESBÎT DİBE

BİKARANÎNA ÇEKÊN QEDEXEKİRÎ LİSER TİRKİYÊ TESBÎT DİBE

Rêveberiya xweser belge hene ku Tirkiyê çekên qedexe kirî di êrîşa dagîrkariyê de li Rojava Kurdistanê bikar aniye û îro amadeya xwe diyar kir ku wan belgeyan bide civaka navneteweyî.

Hevserokê komîta têkilîyên derve ya rêveberiya xweser Ebdulkerîm Omer, îro roja çarşemî di kongireyeke çapemeniyê de behsa binpêkariyên Tirkiyê li Rojava Kurdistanê kir ku ji wexta êrîşa dagîrkariyê ji 9ê cotmehê ve kirine û got: me belge hene ku Tirkiyê çekên qedexe kirî bikar anîne.

Ebdulkerîm Omer wiha got: dewleta Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve, ji roja 9ê cotmehê ve yasayên navneteweyî binpê kirine wexta ku çekên qedexe krî li dijî gelê sivîl ê Rojava bikar anî.

Nav hatî dest nîşan kir ku bi sedema çekê qedexe kirî, 30 sivîlên Rojava ku hinek ji wan jin û zarone bûne qurbanî.

Hevserokê komîta têkilîyên rêveberiya xweser dibêje: belge di destê me de hene ku Tirkiyê di êrîşên xwe de çekê qedexe kirî bikaraniye û em amadene pêşwaziyê li komîte yên navneteweyî bikin ji bo ku wan belgeyan radestî wan bikin.

BİKARANÎNA ÇEKÊN QEDEXEKİRÎ LİSER TİRKİYÊ TESBÎT DİBE

Pustên heman beş