Wîlayetên yekbûy yên Emerîkayê îro eşkere kir ku hêzên wan dest nedanaye ser saziyên petrola Sûriyê û tesbît kir ku kêlgehên wê navçeyê di dest HSD’ê dene.
Hemwexta belavebûna yekeyên arteşa Emerîkayê li nav sazî û sînorê kêlgehên petrolê li Bakûrê Rojhilata Sûriyê, berpirsyareke ast berz ê Waşintonê îro roja pêncşemî 7/11/2019an daxuyanî da û got ku hêzên wan dest nedanaye ser petrola Sûriyê, lê belê kêlgehên wê navçeyê di dest hêzên Sûryaya demokratîk dene.
Wî berpirsyarê Emerîkayê ku li wezareta karên derve wezîfedare eşkere kir, kêlgehên petrolê yên Bakûrê Sûriyê ji aliyê HSD’ê ve tên birêvebirin û Emerîkayê ti biryarek li ser wê pirsê dernekiriye.
Her wiha dest nîşan kir, erka hîzên Emerîkayê parastina navçeyên berhemanîna petrolê ye, lê belê kêlgehên petrolê li bin kontrola HSD’ê ne û dahata petrolê jî her HSD’e dibe.