ÇETEYÊN TİRKİYÊ Lİ SÎNORÊ GİRÊ SİPÎ ÊRÎŞÎ HSD’Ê KİR

ÇETEYÊN TİRKİYÊ Lİ SÎNORÊ GİRÊ SİPÎ ÊRÎŞÎ HSD’Ê KİR

Êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê di dome û îro çeteyên Tirkiyê û dovelankên wê êrîşa Gundên Girê Sipî kirin û hêzên Sûryaya demokratîk ev êrîş bersivdane.

Îro 29 roj li ser êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê derbas dibin piştî ku li 9ê Cotmeha îsal Tirkiyê dest pê kirî, îro roja pêncşemî çeteyên Tirkiyê ji Cebhet Elnusre û arteşa azad a Sûriyê êrîşa 3 Gundên bajarokê Girê Sipî kirin ku bera çend rojan hêzên Sûryaya demokratîk girt bû.

HSD’ê ev êrîş berisvand ku li ser Gundên “Gintrî, Bir îsa û Mes’ûdiyê” hatine kirin û zirarên canî pêre xistin ku dengoya kuştina 11 çeteyên Tirkiyê heye, hemwext 5 birîndar wan jî hene.

Li eniya Gundên Hwalku a Girê Sipî, leşkrekê rejîma Sûriyê bi êrîşa çeteyên Tirkiyê hat kuştin.

Pustên heman beş