Fermandarê giştî ê hêzên Sûryaya demokratîk HSD li derbara hemahengiya wan û hevpeymaniya navneteweyî a bi serkêşiya emerîkayê daxweyanî da û got: karê hevbeş wê bidome.
Fermandarê HSD’ê Mezlûm Ebdî îro roja pêncişemî 7/11/2019an li derbara dest pê kirina karê wan ê leşkirî digel hevpeymaniya navneteweyî a bi serkêşiya Emerîkayê daxweyanî da û wiha axvî: HSD wê hemahengiya xwe a li gel hêzên Emerîkî û hevpeymaniya navneteweyî careke din bimeşîne.
Mezlûm Kobanî dest nîşan kir ku hemahengiya HSD’ê û hevpeymaniya navneteweyî wê tenê ji bo şerê jinavbirna rêxistna DAIŞ’ê be.
Tê zanîn ku li gel dest pê kirina êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li ser rojava kurdistanê ji 9ê cotmehê ve, hêzên Sûryaya demokratîk cenga xwe li dijî rêxistna terorîstî a DAIŞ’ê sekinand bû.
Hêzên Sûryaya demokratîk ku di cenga DAIŞ’ê de 11 hezar şehîd û 24 hezar birîndarên wan hene, piştî lihevhatina Cotmeha îsal li gel Dîmeşqê, navçeyên ku wan bi xuyna şehîdên xwe ji terorê rizgar kirine, bi temamî ji dest dan.