LI AGIRIYÊ 8 GERÎLA HATIN BERTEREF KIRIN

LI AGIRIYÊ 8 GERÎLA HATIN BERTEREF KIRIN

Arteşa Tirkiyê û yekeya Cendirmeyan îro roja pêncşemî operasyonek li sînorê Agiriyê a bakurê Kurdistanê pêkanî û 8 Gerîla berteref kirin.

Li gor wezareta karên navxwe a Tirkiyê îro roja pêncşemî 7/11/2019an li sînorê parêzgehiya Agiriyê di operasyona fermandariya Cendrmeyan ya Agiriyê de 8 endamên Partya Karkerên Kurdistanê PKKê hatin berteref kirin.

Ev operasyon ku ji asîman û bejahiyê hat pêkanîn hinek navendên hereketên PKKê bûne armanc û tiştê ku di wan navendan de bû, hatin jinavbirin.

Hat diyar kirin di operasyonê de 8 Gerîla hatin berteref kirin û operasyonên li herêmê di domin.

Pustên heman beş