ARTEŞA TİRKAN Jİ DUH VE TİL TEMİRÊ TOPBARAN DİKİN

ARTEŞA TİRKAN Jİ DUH VE TİL TEMİRÊ TOPBARAN DİKİN

Arteşa dagîrkariya Tirk û dovelankên wê ji duh ve sînorê Til Temirê topbaran dikin.

Çavkaniyên Rojava Kurdistanê eşkere kirin, ji duh şevê ve, arteşa dagîrkariya Tirk û dovelankên wê yên girêdayî Cebhet El Nusre û arteşa azad ya Sûriyê, sînorê bajarokê Til Temirê topbaran dikin. Her wiha topbarana Tirkiyê li sînorê Til Mihemed û Dêrkê jî heye.

Hêzên Sûryaya demokratîk li vê derbarê de beyanek weşand û têde wiha gotîye: arteşa dagîrkar û çeteyên wê bi çekên giran gundên Dawudiyê, Erîşa û Qasmiyê topbaran kirine.

Ev êrîşa dagîrkariya Tirk hemwexta birêveçûna dewreya hevpar a arteşên Tirkiyê û Rûsya federal tê ku duh roja înî 8/11/2019an birêveçû û gelê Rojava erebeyên wan yên leşkirî berbaran kirin.

Di wê aloziya ku li wexta birêveçûna dewreya hevpar derketî holê, wilatîyekê Rojava canê xwe ji destda, lê belê medya ya Tirkiyê dibêje ew ne sivîl bû, belku şervanekê YPG’ê bû.

Pustên heman beş