MESRÛR BARZANÎ Jİ BO ALÎKARİYA PENABERAN BANGA CİVAKA NAVNETEWEYÎ DİKE

MESRÛR BARZANÎ Jİ BO ALÎKARİYA PENABERAN BANGA CİVAKA NAVNETEWEYÎ DİKE

Mesrûr Barzanî ser wezîrê herêma Başûrê Kurdistanê ji bo ku alîkarya penaberên Rojava Kurdistanê li Başûr were kirin, peyam ji bo civaka navneteweyî şand.

Îro roja şemî 9/11/2019an ser wezîrê herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana kampa navçeya Berdereş a li sînorê parêzgeha Dihokê kir ku penaberên Rojava ên piştî êrîşa dagîrkariya Tirkiyê têde bicî bûne.

Mesrûr Barzanî li kampê Peyam ji bo civaka navneteweyî şand û ha axvî: em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ji bo domandina alîkariyên xwe ji bo penaberên Rojava ku li herêma Başûr cî digrin, Hikûmeta Başûr xemsarî di alîkariya wan de nekiriye, alîkarî bi gorey karîna Hikûmetê wê bidome.

Her wiha dest nîşan kir, 1.1 milyon aware li herêma Başûrê Kurdistanê hene, pêwîstiya wan a salane bi 1.5 milyar dolarên Emerîkî ye, ev xercî li ser erka Hikûmeta Başûre.

Mesrûr Barzanî dibêje: Hikûmeta Başûrê Kurdistanê xemsarî di alîkariya penaberên Rojava de nekiriye, lê belê pêwîstiya wan bi alîkariyên civaka navneteweyî heye.

Êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê li 9 Cotmeha îsal destpêkir, ji wê rojê ve hejmareka herî zor a gelê Rojava aware û penaber bûn, heya niha 13 hezar wilatîyên Rojava bi rêya deriyê Sêmalka hatine herêma Başûr û li kampa navçeya Berdereş hatine bicî kirin.

Çavkaniyên Darka Mazî li hefteya rabûrî û jibo teqîba babeta hatina penaberên Rojava ji bo Başûr eşkere kir ku hinek aliyên girêdayî desthilata Rojava rê nadin penaber derbasî Başûr bibin û ji bo derbasbûna her penaberekê bi qasi 300 dolarên Emerîkî tê standin, penaberên ku ev pare pêre neyî, neçar diman rêyên xeter ji bo derbasbûna Başûr bikar bînin, hejmareke zor derbasî şengalê bûn û li wir ji aliyê hêzên girêdayî partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê hatine neçar kirin ku li Şengalê bimînin.

Pustên heman beş