Arteşa Tirkiyê û dovelankên wê ên ji Cebhet El Nusre û arteşa azad a sûryê, îro êrîşê gundewarê Til Temirê kir û zirarên canî bi arteşa rejîma Sûriyê xistin.
Îro roja şemî 9/11/2019an dovelankên Tirkiyê Cebhet El Nusre û arteşa azad bi çekê giran êrîşî gundên Qebir Sexîr û Um Şefe yên sînorê bajarokê Til Temirê kir.
Êrîşê 2 navendên hereketên arteşa rejîma Sûriyê hedef kir û zirarên canî pêre xistin.
Hemwexta êrîşa dovelankên Tirkiyê, balefirên cengî ên bê pîlot karwaneke erebeyên arteşa rejîma Sûriyê li gundê Dirdare yê sînorê Til Temirê bordoman kir ku çekên gran têde hatbûn hilgirtin.
Li gor lihevhatina hêzên Sûryaya demokratîk HSD û Dîmeşqê ku li 13 Cotmeha rabûrî li wexta êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li ser Rojava hatbû îmze kirin, hêzên Sûryaya demokratîk ji çendîn navçeyên herêma ewlehiyê hatbûn vekşandin, arteşa Sûriyê li navçeyê belav bû.
Heya niha çendîn caran hereketên arteşa rejîma sûryê bûne hedefa arteşa dagîrkar a Tirk û çeteyên wê ji Cebhet El Nusre û arteşa azad.