Supayê pasdaran ê rejîma Îranê, îro roja şemî gulle avêtin 2 hemwilatiyên Rojhilata Kurdistanê ku li ser sînor karê kolberiyê dikin.
Rêxistna hengaw a mafên mirovan îro roja şemî 9/11/2019an eşkere kir, Supayê pasdaran ê rejîma îslamîya Îranê, li ser sînorê herêma başûr û Rojhilata kurdistanê, gulle avêtin hejmareke hemwilatiyên kurdên Rojhilat ku karê kolberiyê dikin.
2 kolberên kurd ku ji bajarê Serdeştê ê Rojhilata kurdistanê ne bi navên “Siyamend Mihemed Ebdulla” ê di jîyê 19 sal û “Sîrwan Hsên Ebdulla” yê di jîyê 25 salan de brîndar ketin.
Ji bo derman kirinê her du kolberên brîndar ji bo Nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê ê Başûr Kurdistanê hatin veguhastin.
Li gor amarên rêxistna Hengawê, ji destpêka werzê payîza îsal, 7 kolberên kurd di teqeya Supayê pasdarên Îranê de hatine şehîd kirin û hejmara 20 kolberên din brîndar ketine.