ZİRAREKE MEZİN Lİ AGİRİYÊ Bİ PKK DİKEVE

ZİRAREKE MEZİN Lİ AGİRİYÊ Bİ PKK DİKEVE

Êrîşa arteşa Tirkiyê liser Partîya Karkerên Kurdistanê li navçeyên cuda yên Bakûrê Kurdistanê dewam dike, îro jî zirareke mezn li Agiriyê bi PKK’ê ketiye.

Wezareta karên hundir ya Tirkiyê di beyaneke nivîskî de eşkere kir, îro roja şemî 9/11/2019an, fermandariya Cendermeyan li sînorê Agiriyê êrîşa navend û hereketên PKK’ê kirine.

Di êrîşê de, 7 gerîlayan canê xwe ji destda wexta ku navendên wan bûne hedefa balefirên cengî û topbarana hêzên bejayê.

Li gor daxuyaniya wezareta karên hundir, hat dest nîşan kirin fermandariya cendirmeyan ya Agiriyê li dorbera Agiriyê ji asîman û bejayê ve derketin operasyonê.

Hat diyar kirin di operasyonê de 7  gerîla hatin berteref kirin û operasiyonên li herêmê didomin.

Li dorbera Agiriyê li roja pêncişemî ya rabûrî 7/11/2019an 8 gerîla hatbûn berteref kirin.

Pustên heman beş