HSD’Ê 2 DOVELANKÊN ARTEŞA DAGÎRKAR KUŞTİN

HSD’Ê 2 DOVELANKÊN ARTEŞA DAGÎRKAR KUŞTİN

Êrîşa arteşa Tirkiyê û dovelankên wê yên tekfîrî ji Cebhet El Nusre û arteşa azad li ser Rojava Kurdistanê didomin, bi taybet li sînorê bajarokê Eyn Îsayê.

Nerîngeha Sûriya ya mafên mirovan eşkere kir, îro roja yekşemî 10/11/2019an şer li navbera çekdarên dijber yên rejîma Sûriyê ku weke çeteyan şer ji bo berjewendiya arteşa dagîrkar ya Tirkiyê dikin û hêzên HSD’ê de derket û 2 çete hatin kuştin û 2 birîndar ketin.

Hesedê ev êrîşa li ser sînorê Eyn Îsayê ku ji duh ve di dome têkşikand û dovelankên Tirkiyê neçarî paşve zivrînê kirin.

Nerîngehê belav kiriye ku li gundewarên Helebê jî, hêzên Tirkiyê bingehên Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê bi taybet li gundê Mernazê Topbaran kirine, lê ziyanên wê topbaranê hîna niha ne zelalin.

Pustên heman beş