EMERÎKAYÊ EBRAMİZ ŞANDİNE ROJAVA KURDİSTANÊ

EMERÎKAYÊ EBRAMİZ ŞANDİNE ROJAVA KURDİSTANÊ

Arteşa Emerîkayê îro karwaneke din ê hêz û leşkeran şandine Rojava Kurdistanê, Tankên herî nasyar bi navê Abramiz di gel dene.

Îro roja yekşemî 10/11/2019an, arteşa emerîkayê karwaneke erebe û esekeran Şandine sînorê bajarokê Til Temirê ku ji duh ve şer li navbera arteşa Tirkiyê û çeteyên wê û hêzên Sûryaya demokratîk lê diqewime.

Emerîka ev karwanê erebeyan di rêya navdewletî ya M4 bo Til Temirê bi rêxistine ku tankên her nasyar Abramiz di gel dene.

Emerîka ji bera dest pê kirina êrîşa dagîrkariya 9 Cotmeha rabûrî li ser Rojava Kurdistanê hemû hêzên xwe ji Bakûrê Sûriyê vekşandin bi taybet ji navçeyên ku herêma ewlehiyê wê li ser were avakirin, ewê vekşandinê rê ji bo dagîrkariya Tirk xweş kir ku êrîşa Rojava bike.

Piştre Emerîkayê hêzek dest nîşan kir ku biçe Bakûrê Sûriyê û erka parastina saziyên petrolê bike.

Pustên heman beş