MEZLÛM KOBANÎ: LİHEVHATİNA HSD’Ê Û ENK’Ê SİYASÎ YE

MEZLÛM KOBANÎ: LİHEVHATİNA HSD’Ê Û ENK’Ê SİYASÎ YE

HSD dixwaze pêşmergê roj li bin fermandarêtiya wê be

Hêzên Sûryaya demokratîk û Encûmena Niştîmanî Ya Kurdî li Sûriyê ENKS lihevhatineke destpêkî kirine, wexta ku li herêma Başûr fermandarê HSD’ê Mezlûm Kobanî bi rasparda Mes’ûd Barzanî rêberê Gelê Kurd li gel şanda ENKS civîyan.

Mezlûm Kobanî fermandarê giştî yê Hêzên Sûryaya Demokratîk li rojên borî bi nihênî serdana herêma Başûr kir û li gel rayedarên wê û Encûmena Kurdî Ya Sûryê ENKS civîya.

Ev civîn bi raspardeya Mes’ûd Barzanî Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê hat pêkanîn û têde HSD û ENKS hinek pirsên herî girîng yên girêday Rojava û doza Kurdî nîqaş kirin.

Mezlûm Kobanî li derbara wê civînê û lihevhatina destpêkî axvî û wiha got: ew dixwazin nûneratîyeka siyasî ya êkgirtî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ava bikin, nîqaşa wê yekê bi ENKS kirine lê tenê ji rûyê siyasî.

Kobanî dest nîşan kir, pêwîste Kurd yekgirtî bin û ji bo vê mebestê wan peywendî bi hêzên Kurdî û Encûmena Niştîmanî kirine.

Fermandarê HSD’ê dibêje: hinek pêşnyazên ENKS hene, lê belê li destpêkê pêwîste kongireyeke Niştîmanî li navbera aliyên Kurdî de were çêkirin ji bo ku yekdengî ava bibe, piştre tekoşîn ji bo avakirina heyeta bilind ya siyasî wê were meşandin.

ENKS lihevhatinên Hewlêr û Duhokê bi bingeha çareseriyê dibîne

Mezlûm Kobanî hemwexta van gotinên xwe tesbît kir ku lihevhatina wan û ENKS tenê aliyê siyasî li xwe digire.

Çavkanîyan eşkere kirine ku li derbara Pêşmergê Roj, Mezlûm Kobanî bi ENKS gotîye ku gereke pêşmergê Roj veger Rojava, pêwîste li bin fermandarêtiya hêzên Sûryaya Demokratîk xebat û tekoşîna xwe bike, Kobanî sedema wê yekê wiha dest nîşan kir ku HSD hêzeke yekgirtî ye û divê her hêzeke Rojava li jêr fermandarêtiya wî be.

Ji aliyê xwe ENKS bi HSD re gotîye divê ku lihevhatinên Hewlêr û Duhok bingeha çareserîyê be.

Pustên heman beş