DAİŞ’Ê TEQÎNÊN QAMİŞLOYÊ ENCAM DANE
Di teqînên êvara îro de ku li bajarê Qamişlo ê roja kurdistanê çêbûne her çend ku hîna niha tu aliyekê berpirsyarî jê hilgirtîye, lê belê gomana wê ji rêxistina DAIŞ’ê ye.
Êvara îro 3 teqînên li pey hev li navenda bajarê Qamişlo yê rojava kurdistanê çêbûne, zirarên madî û canî ên mezn ji encama wan teqînan derketin, yek ji teqînan li cadeyan dibistana Qadisîye a keçan bû û rêya motorsîkilekê hatbû encamdayîn.
Hemwext teqînên din bi rêya erebeyên mayînkirî li cadeya Wehde hatine encamdayîn û li nêzî navendeke arteşa Sûryayê.
Çavkaniyên tenduristîyê eşkere kirine, herî kêm 5 kesan di teqînan de canê xwe winda kirin, pêtrî 30 kesan brîndar ketine.
Hîna niha tu alîyekê berpirsyariya ji teqînan hilgirtîye, lê belê hêzên ewlekariyê û desthilata navçeyê gomanan ji rêxistna terorîstî a DAIŞ’ê dibe.