YPG’Ê DEST Bİ LÊDANA XENDEKAN Lİ SER SÎNOR KİR

YPG’Ê DEST Bİ LÊDANA XENDEKAN Lİ SER SÎNOR KİR

Yekîneyên parastina gel YPG’ê dest bi kolana xendekan li sînorê rojava û başûrê kurdistanê kiriye, ev xendek bi dûratiya 400 metrane ji sînorê başûrê kurdistanê.

Li gorî çavkaniyên taybet ên Darka Mazî yê, yekîneyên parastina gel YPG’ê ji serê vê mehê dest bi kolana xendekan li sînorê navbera rojava û başûrê kurdistanê kirine, ev xendek ji gundê Toremîşa a ser bi bajarokê Dêrkê ve dest pê dike li beranber gundê Şilkî yê girêdayî navçeya Zumar ya başûrê kurdistanê.

Karên kolana xendekê heya niha didome û gihaye gundê Giresor yê girêdayî Dêrkê ku dikeve beranber gundê Sihêla li navçeya Zumar a başûrê kurdistanê.

Çavkaniyên Darka Mazî yê eşkere kirine ku YPG dixwaze xendekê heya navçeya Til Koçerê ya ser bi Dêrkê ve dirêj bikin.

Xendekên niha ji aliyê YPG’ê ve tên kolan bi dûratiya 400 metran ji sînorê başûrê kurdistanê bo rojava kurdistanê dûre, her wiha firehiya van xendekan digehe 4 metran û kûratî 5 metrin.

Pustên heman beş