NÊÇÎRVAN BARZANÎ: “EMÊ HÊZEKE NİŞTÎMANÎ AVA BİKÎN”

NÊÇÎRVAN BARZANÎ:"EMÊ HÊZEKE NİŞTÎMANÎ AVA BİKÎN"

“Kurdistan şanaziyê bi pêşmergehan dike û nabe pêşmerge bi xwe jî qebûl bke ku hêzeke hizbî be”

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê îro beşdarî merasîma derçûna hêzke pêşmergeyên Kurdistanê ji zanîngeha leşkirî kir û di merasîmê de wiha axvî: “pêwîste em artêşeke niştîmanî ava bikîn”.

Zanîngeha leşkirî a Zaxo îro roja sêşemî 12/11/2019an merasîmeke mezn ji boy derçûna qonaxa 26an a xwendkarên xwe rêxsit û Nêçîrvan Barzanî serokê herêma Başûrê Kurdistanê li merasîmê amade bû, peyvek pêşkêş kir û têde gut: “Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hêzeke leşkirî ya niştîmanî heye û nabe pêşmerge bi xwe qebûl bke ku hizbî be”.

Li derbara pêgehandina zanîngeha Zaxo a leşkirî ji bo pêşmergehan, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku gera pêgehandinê pêwîstîyeke girînge ji bo Efseran û geşepêdana şiyanên mirovî bingeha pêşketina civakê ye.

Her wiha ragihand, herêma Kurdistanê pêwîstî bi hêzeke leşkirî ya niştîmanî heye ku nabe bo armancên hizbî were bikar anîn.

Nêçîrvan Barzanî got: “pêşmerge li cîhanê bi sembola îradeyê tê nas kirin û herêma Kurdistanê şanaziyê bi pêşmergehan dike û nabe pêşmerge bi xwe jî qebûl bke ku hêzeke hizbî be”.

Serokê herêma başûr dest nîşan kir, zanista leşkirî weke her zanisteke din xwedî paşxan û bingehên zansitî yên taybet bi xwe hene û mil bi mil li gel pêşketinên teknolojiya û alavên cengî bi berdewamî di pêşketinê deye.

Serokê herêma Kurdistanê dibêje: “berdewamîdan bi pêgehandina Efseran giringîyeke hetmîye ji bo Herêma Kurdistanê û perwerde kirina wan li ser bingeha niştimanperwer, mirovdostî û hest kirin bi berpirsyariyê, cengawerên xwedî bawer û berevanên xwedî îrade di maf û bihayên nîştîmanî û mirovaniyê berhem diîne”.

Nêçîrvan Barzanî got: “pêşmerge û tevahî a hêzên çekdarên herêma Kurdistanê, hêzên moral berz, aşitîxwaz û jiyan dostin, pêşmerge li ser asta cîhanê bi sembola îrade û berevaniyê li şaristaniyetê û mirovatiyê hatine naskirin û xwedî paşxaneke mezine ji hizir û baweriya bihayên mirovatiyê ne”.

Pustên heman beş