ERÊ TİRKİYÊ WÊ ÊRÎŞÎ KOBANÊ BİKE?

ERÊ TİRKİYÊ WÊ ÊRÎŞÎ KOBANÊ BİKE?

Aldar Xelîl serokê desteya cêbcîkar a tevgera civakên demokratîk TEV-DEM ku li 9/11/2019an de di civîneke taybet de digel pêgeha “Defense Post” encam dabû, bas li hewlên dagîrkarî yên Tirkiyê li ser rojava kir.

Di civîneke taybet de Aldar  Xelîl  li 9/11/2019an de bas li têkilîyên xwe digel hevpeymaniya navneteweyî û ser ji nû destpêkirina operasyona li dijî DAIŞ’ê kir.

Aldar Xelîl ragihand ku wan ser ji nû dest bi hevkariya digel hevpeymaniya navneteweyî kir, ev karê hevbeş pêş du rojan dest pê kir.

Her wiha got: li ser vê yekê ku paşvekêşana Emerîkayê li Bakûra Sûriyê û Rojava, bo sedema êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê, lê belê hîna niha jî me peywendiyên herî baş digel Emerîkayê hene.

Di berisva pirsa nûçe gihanê “Defense Post” de sebaret nerîna wî li ser êrîşa Tirkiyê li ser kobanê, Aldar Xelîl wiha bersiv di de: em dizanin ku niha Tirkiyê li derdûrên kobanê mijolî xwe rêxistin û înana leşkerane, lê belê em nikarin bibêjîn ku wê Tirkiyê êrîşê bke yan ne. Pêş êrîşa li ser Serêkaniyê û Girê Sipî jî ev hereketên leşkerî ji aliyê Tirkiyê hebûn, di wê demê de Cîmiz Cêfrî, nûnerê taybet ê wîlayetên yekbûîy li sûryê bi mere got: tu tiştek wê neqewime.

Di axaftinên Aldar Xelîl de ev yek xweya bû ku nav hatî tu zanyarî li ser êrîşa Tirkiyê li ser kobanê nîne, her wiha Aldar Xelîl dibêje: li ser vê yekê ku peywendiyên wan yên berdewam digel emerîkayê hene, lê belê hinekê baweriya me bi Emerîkayê nayê.

Gelê kurd û partîyên siyasî bi giştî li ser Kobanê bi gomanin, hereketa leşkeran li ser sînorê Kobanê heya niha didome û ber bi zêdebûnê diçe

Gelê kurd û partîyên siyasî bi giştî li ser kobanê bi gomanin, hereketa leşkeran li ser sînorê kobanê heya niha di dome û ber bi zêdebûnê diçe, bi taybetî piştî vekşandina hêzên Emerîkî ji navenda Sîrîn a li sînorê kobanê ku ev goman zêdetir kirin.

Hemû aliyên siyasî digel Aldar Xelîl hevra û dilgranin li ser vê yekê ku Cîmiz Cêfrî pêzanînên rast nade wan.

Kobanê weke xaleke hevsoz a dinavbera kurdan de tê nasîn bi taybet di êrîşa sala 2014an de ku DAIŞ’ê li ser vê bajarê pêkanî û karî beşeke mezn ji bajarî dagîr bke.

 paş bi destpêşxeriya Mes’ûd barzanî serokê herêma kurdistanê li wê demê, hevpeymaniya navneteweyî piştevaniya asîmanî li hêzên kurdî li kobanê kir û pêşmerge bi çekên gran li ser axa Tirkiyê derbasî kobanê bûn, ev yek bû sedema şkestina DAIŞ’ê ji aliyên esker û saykolojî û siyasî ve. Jiber vê yekê hertim kobanê li jêr gefên DAIŞ’ê û hevalbendên wê ye.

Pustên heman beş