HEVPEYMANİYA NAVNETEWEYÎ 120 ZİRÎPOŞ Jİ KOBANÊ VEKŞANDİN

HEVPEYMANİYA NAVNETEWEYÎ 120 ZİRÎPOŞ Jİ KOBANÊ VEKŞANDİN

Hevpeymaniya navneteweyî a li dijî rêxistna DAIŞ’ê, îro 120  erebeyên leşkirî û zirîpoşên xwe ji bingeha Sîrîn a li Rojava Kurdistanê vekşandin.

 medya nêzî hêzên Sûriya demokratîk HSD’ê, îro roja çarşemî 13/11/2019an diyar kir, hevpeymaniya navneteweyî nêzî 120  erebeyên leşkirî û zirîpoşên xwe ji bingeha Sîrîn ji Başûrê Kobanê vekşandin û ev karwan bi rêya   M4 û navçeyên din li Rojava Kurdistanê hatîne vekşandin.

Medya nêzî HSD’ê amaje dike ku piştî Vekşîna wan erebe û zirîpoşan dengê teqîneke bihêz li bingeha Sîrîn hatiye bihîstin ku dibe hevpeymanan piştî xwe vekşandinê, ew bingeh teqandibe.

Bingeha Sîrîn li Kobanê, mezintirîn bingeha leşkirî ya hevpeymaniya navneteweyî bû li rojava kurdistanê û berê jî hevpeymanan, pişkeke din ji alavên leşkirî ji wê bingehê vekişand bûn.

Pustên heman beş