Lİ SERÊKANİYÊ Û TİL TEMİRÊ ŞER DİDOME

Lİ SERÊKANİYÊ Û TİL TEMİRÊ ŞER DİDOME

Arteşa dagîrkariya Tirkiyê û çeteyên wê ji Cebhet El Nusre û arteşa azad a sûryê, îro êrîşa gundewarê Serêkaniyê û Til Temirê kir, hêzên Sûryaya demokratîk êrîş bersiv da û zirarên canî gihan çeteyan.

Îro roja çarşemî 13/11/2019an ku dibe roja 35an ji êrîşa dagîrkariya Tirkiyê li ser rojava kurdistanê, arteşa Tirkiyê û çeteyên wê yên rêxistinên Cebhet El Nusre û arteşa azad a sûryê, êrîşa gundê Dawudiyê û Hiwêşên yên ser bi Til Temirê ve kirin û topbaran kirin.

Li gor Nerîngeha Sûriya ya mafên mirovan, hêzên Sûryaya demokratîk HSD berisva êrîşê daye, 9 dovelankên Tirkiyê hatine kuştin û hejmareke din brîndar ketin.

Nerîngeha Sûryayê eşkere kir, di paşvebirina êrîşê de, 6 şervanên hêzên Sûryaya demokratîk HSD’ê canê xwe ji dest dane.

Tevî lihevhatina agirbestê ji aliyê serokê Rûsya federal Viladîmêr Potîn û serok komarê Tirkiyê recap Teyîb Erdogan li bajarê soçî hatye îmze kirin, lê mîlîşyayên ser bi Tirkiyê bi berdewamî êrîş dikin, HSD’e jî dibêje, di çarçoveya berevaniya rewa de, ew berevaniyê li xwe dikin.

Pustên heman beş