NÊÇÎRVAN BARZANÎ Lİ GARANTÎ KİRİNA MAFÊN KURDİSTANÊ DİGERE

NÊÇÎRVAN BARZANÎ Lİ GARANTÎ KİRİNA MAFÊN KURDİSTANÊ DİGERE

Serok ê Herêma başûrê Kurdistanê îro serdana Bexda a paytexta Îraqê kir û li gel Serok  Komar , Serok  wezîr û Serok ê parlemena Îraqê  civîya û piştgirya Herêma Kurdistanê ji bo seqamgîrîya Îraqê  ji hemû rûyekî ve tekez kir.

Nêçîrvan barzanî îro roja çarşemî 13/11/2019an bi hevalbendiya Cihgirê Serok û Serokê dîwana Seroktiya Herêma Başûr, serdana Bexda a paytexta Îraqê kir.

Nêçîrvan  barzanî Serok ê Herêma başûrê Kurdistanê û şanda pêre li destpêkê li gel Serok Komarê Îraqê  berhem Salih civîya, rewşa siyasî û ewlehiya Îraqê , têkilîyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta  federal nîqaş kir û di civînê de tekezî li ser girîngî ya aramî û seqamgîrîya li welatî û dirist kirina jîyaneke baştir ji bo hemwilatiyan kirin.

NÊÇÎRVAN BARZANÎ Lİ GARANTÎ KİRİNA MAFÊN KURDİSTANÊ DİGERE

Piştre Nêçîrvan barzanî û şanda pêre li gel ser wezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî hevdîtin pêkanî û rewşa Îraqê û rojeva wê nîqaş kirin.

Serok ê Herêma başûr piştgirya Herêma Kurdistanê ji bo aramî û seqamgîrîya ewlehî û siyasî ya Îraqê û hengavên Ebdulmehdî ji bo çaksazîyan û bicî kirina daxwazyên xwenîşanderan tekez kir.

Nêçîrvan barzanî tekezî li ser pêwîstî û girîngî ya hilgirtina berpirsyarî û piştgirya aliyên siyasî ji bo kabîneya federal li derbarê çaksaziyên û çareser kirina pisgirêkan kir.

Nêçîrvan  barzanî û şanda Seroktiya Herêma başûr, melefên têkilîyên hewlêr û Bexdayê, çareser kirina kêşeyan, rewşa ewlehîya Îraqê  bi giştî û metirsiyên xurt bûna terorê, hemwext çawaniya rû bi rû bûn û hemahengiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta  federal û çend pirsên ku peywendîdarin bi herdu aliyan nîqaş kirin.

NÊÇÎRVAN BARZANÎ Lİ GARANTÎ KİRİNA MAFÊN KURDİSTANÊ DİGERE

Piştre Serok ê Herêma başûr li gel Serok ê parlemena Îraqê Mihemed Helbûsî civîya û bicî kirina destûra wilat û pisgirêkên ser rast kirina destûr babeta nîqaşa herdu aliyan bû, Nêçîrvan barzanî tekez kir ku her ser rast kirin û guherîneke di destûra wilat de were kirin pêwîste di berjewendiya Îraqê de be û hemwext mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û tevahiya pêkhateyên li Îraqê  bi giştî bparêze.

Di civîna Serok ê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan  barzanî û Serok ê parlemena Îraqê  Mihemed Helbûsî de, pêşhateiyên li Îraqê  bi giştî, piroseya guherîna destûrê bi taybetî hatin nîqaş kirin.

NÊÇÎRVAN BARZANÎ Lİ GARANTÎ KİRİNA MAFÊN KURDİSTANÊ DİGERE

Pustên heman beş