BALEFİRAN PKK Lİ KANÎ MASÊ HEDEF KİR Û XANİYÊN 2 WELATİYAN HERİFANDİN

BALEFİRAN PKK Lİ KANÎ MASÊ HEDEF KİR Û XANİYÊN 2 WELATİYAN HERİFANDİN

Balefrên cengî ên Tirkiyê hereketên gerîlayên partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê li Herêma Başûrê Kurdistanê hedef kirin û bi sedema êrîşê, xaniyên 2 hemwelatiyên sînorê navçeya Kanî Masê heriftin.

Çavkaniyên Darka Mazî yê eşkere kirin ku duh şevê 13/11/2019an, hejmareke gerîlayên PKK’ê xwe nêzî gundê “Dişêş yê navçeya Kanî Masê li devera Metîna” kirin, piştre balefirên cengî ên Tirkiyê ew gerîla hedef krin û zrar ghan xelkê navçeyê.

Çavkanyan dest nîşan kir, bi sedema êrîşa balefiran du xanî yên hemwelatiyên bi navên “Hisên Hisên Mihemed û Tahir Hisên Murad” hatin herifandin.

Her wiha kabîneyek jî li wê navçeyê bûye hedefa balefirên cengî, xelkê navçeyê gileya wan heye ku ev êrîş bi sedema nêz bûna PKK’ê ji gundên wan çêbûye.

Pustên heman beş