RÛSYA FEDERAL Û TİRKİYÊ DEWREYA HEVPARA 6EMÎN PÊKANÎ

RÛSYA FEDERAL Û TİRKİYÊ DEWREYA HEVPARA 6EMÎN PÊKANÎ

Arteşên Tirkiyê û Rûsya federal îro dewreya hevpara 6mîn li bakûrê Sûriyê li navçeyên Rojava Kurdistanê pêkanî û hereketên xwe li sînorê Dirbêsiyê meşandin.

Îro roja pêncişemî 14/11/2019an yekeyên arteşên dagîrkariya Tirkiyê û Rûsya federal dewreya hevpar a 6mîn li Bakûrê Sûriyê û navçeyên rojava kurdistanê destpêkir û hereketên xwe li sînorê bajarokê Dirbêsiyê meşandin.

Hereketên dewreya hevpar di gundê Bîrknîse ê Rojava Bajarokê Dirbêsiyê hatin pêkanîn û hîna niha ew hereket di domin.

Arteşên Tirkiyê û polîsên leşkirî ên Rûsya federal li gor lihevhatina Soçî yê dest bi Dewreyên hevbeş kirine, li carên dawî gelê Rojava erebeyên wan ên leşkirî berbaran kirbûn.

Pustên heman beş