HEVSEROKÊ HDP Ê ŞAXA DÎLOKÊ TÊ BİNÇAVKİRİN

HEVSEROKÊ HDP Ê ŞAXA DÎLOKÊ TÊ BİNÇAVKİRİN

Ewlehiya Tirkiyê îro operasiyon li Dîlokê pêkanî, Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan û hinek endamên wê partê binçav kirin.

Îro roja pêncişemî 14/11/2019an, li Dîlokê û navçeya ve Şehîd Kamîl, hêzên ewlehiyê ên Tirkiyê operasiyon li hemberî birêvebir û endamên Partîya Demokratîk a Gelan HDP’ê pêkanîn, di encama operasyonê de hevserokê şaxa Dîlokê “Mislim Kilç” hat binçav kirin.

Serdozgerîya am a Tirkiyê eşkere dike ku “Mislim Kilç” hevserokê şaxa Dîlokê ê HDP’ê bi sûça alîgirî endametî ya partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê hat girtin.

Çavkaniyên Bakûrê Kurdistanê dest nîşan kirine, di operasyona li Dîlokê de, hejmareke her diyar a alîgrên partîya demokratîk a gelan HDP’ê, bi sedema alîgirî û endametî ya PKK’ê hatine binçav kirin.

Kesên hatîn desteser kirin jibo lêkolînan hatin veguhastin ji bo midoriya polîsan a Dîlokê ji bo ku lêpirsîna wan were kirin.

Pustên heman beş