PKK 8 GERÎLA Lİ ÇİYAYÊ METÎN Jİ DEST DAN

PKK 8 GERÎLA Lİ ÇİYAYÊ METÎN Jİ DEST DAN

Êrîşa asîmanî a Tirkiyê li ser hereketên PKK li herêma başûrê kurdistanê di dome, îro roja pêncişemî balefiran hinek çiyayê Metînî hedef kir û zirareke canî a mezn bi PKK dikeve.

Îro roja pêncişemî 14/11/2019an wezareta parastina neteweî a Tirkiyê li ser hesaba xwe a twitterê eşker kir ku di êrîşa asîmanî a li çiyayê Metînî li dijî PKK hat pêkanîn, 8 gerîla hatine berteref kirin.

Li gor parve kirina ser hesaba twitterê di xebata arteşa Tirkiyê û teşkîlata îstixbaratê “Mît” ê de li herêma Metîna, ciyên gerîlayên PKK hatine şewtandin.

Êrîşa îro a balefirên Tirkiyê hemwexta êrîşa duh roja çarşemî ye ku li sînorê navçeya Kanî Masê li herêma Başûr balefiran hereketên PKK hedef kirine û zirar gihane xelkê navçeyê ku du xanî li wir hatine têkbirin.

Pustên heman beş