TİRKİYÊ PKK Lİ HERÊMA ZAPÊ HEDEF KİR

TİRKİYÊ PKK Lİ HERÊMA ZAPÊ HEDEF KİR

Balefrên cengî ên Tirkiyê êvara îro hereketên Partîya Karkerên Kurdistanê li navçeya Zapê a herêma başûrê kurdistanê hedef kirin û zirarên canî pêre xistin.

Êvara îro pêncişemî 14/11/2019an balefirên cengî ên Tirkiyê êrîşa asîmanî li navçeya Zapê a herêma başûrê kurdistanê pêkanî û zirarên canî bi gerîlayên PKK’ê xistin.

Wezareta parastina neteweî li hesaba xwe a twitterê eşkere kir ku ev êrîş li herêma Zapê hat pêkanîn û 6 gerîla hatine berteref kirin.

Ji duh şevê ve cara sêyemîne balefirên cengî ên Tirkiyê  êrîşa PKK’ê li herêma başûrê kurdistanê dikin, herî kêm 14 gerîlayên PKK’ê di êrîşan de canê xwe ji dest dan, lê belê dengê HPG’ê hêzên parastina gel balê leşkirî ê PKK’ê li ser van êrîşan tuneye.

Pustên heman beş