TİRKİYÊ QEYÛM Lİ 4 ŞAREDARİYÊN BAKÛRÊ KURDİSTANÊ WEZÎFEDAR KİRİN

TİRKİYÊ QEYÛM Lİ 4 ŞAREDARİYÊN BAKÛRÊ KURDİSTANÊ WEZÎFEDAR KİRİN

Li ser têkilya wan bi Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê, Tirkiyê îro roja şemî 4 Qeyûm li 4 Şaredariyên Parêzgeha Mêrdînê a Bakûrê Kurdistanê wezîfedar kirin.

Îro roja şemî 16/11/2019an, li ser şaredariyên navçeyên “Şemrex, Stewr û Dêrkê” yên ser bi bi Parêzgeha Mêrdînê û her wiha şaredariya Pirsûsê ya ser bi bi Rihayê ve li Bakûrê Kurdistanê Qeyûm hatin wezîfedar kirin.

Danîna Qeyûman li ser şaredariyên di destê Partîya Demokratîk a Gelan HDP’ê de li Bakûrê Kurdistanê didome û parêzgarê Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku bi pejirandina wezareta karên hundir, li ser şaredariyên navçeyên “Şemrex, Stewr û Dêrkê” Qeyûmên wan navçeyan ciyê şaredaran girtine.

Her wiha parêzgariya Rihayê bi daxuyaniyeke nivîskî beyan kir, li ser şaredariya navçeya Pirsûsê Qeyûm wezîfedar dibe.

Duh roja înî 15/11/2019a û li ser sûça têkilya bi PKK’ê ve, serdozgeriya komarî ya Tirkiyê, “şaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, şaredara Stewrê Gulistan Oncu, şaredara Dêrkê Mulkye Esmez” û her wiha “şaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk” ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin binçav kirin

Bi vê çendê li Bakûrê Kurdistanê hejmara şaredariyên di destê HDP’ê de ku Qeyûm li ser hatine danîn giha 24 şaredariyan.

Pustên heman beş