TİRKİYÊ Û RÛSYA FEDERAL DEWREYA HEVPAR YA 7EMÎN PÊKANÎ
Arteşên dagîrkariya Tirkiyê û Rûsya federal îro dewreya hevpara 7mîn li rojava kurdistanê pêkanî û balefirên bê pîlot piştgirya asîman ji bo leşkeran çêkir.
Îro roja şemî 16/11/2019an yekîneyên arteşên dagîrkariya Tirkiyê û polîsên leşkirî yên Rûsya federal, dewreya 7mîn ya hevpar li navçeyên rojava kurdistanê li Rojhilata Firatê pêkanî û balefirên bê pîlot weke di pilanê de, piştgirî û ewlehiya asîman ji bo leşkeran çêkir.
Li vê derbarê de, wezareta parastina neteweî ya Tirkiyê beyaneke nivîskî weşand û têde eşkere kir ku dewreya hevpar ya 7mîn li navçeyên navbera Qamişlo û Dêrkê de hat pêkanîn.
4 erebeyên leşkerê Tirkiyê û 4 erebeyên leşkerê Rûsyayê beşdarî kir û ji asîman balefirên cengî yên bê pîlot tevlî hereketên dewreya hevpar bûne.
Wezareta parastina neteweî hemwext eşkere kir ku dewreye bi kûrahiya 10 KM û dirêjahiya 26 KM hat pêkanîn.