“ŞANAZ ÎBRAHÎMÊ BÎRYA ZAXO KİRİYE”

"ÇÊLA ME BÎRYA ZAXO KİRİYE"

Tevî ku yekîtiya niştîmanî a Kurdistanê amadekariyên girêdana kongreya xwe a 4mîn dest pê kirine, Şanaz Îbrahîm berpirsa navenda derve ya wê partiyê tekoşîna xwe dest pê kir û serdana hejmareke navçeyên Herêma Başûrê Kurdistanê kir, bi taybet navçeya Badînan, ji wan bajarê Zaxo.

Li roja çarşemî 6/11/2019an, Şanaz Îbrahîm serdaneke meydanî ji bo navçeya Badînan pêkanî, wê hevdîtin li gel hinek berpirsyar û Qadroyên YNK pêk anîn û rewşa organên hîzbê şopand, wê ji bo medyayê jî axvî û got ku hem di sîstema desthilatdariya Herêma Başûr de û Îraqa Federal, xedrek mezin ji aliyê yekîtiya Niştîmanî ve li navçeya Badînan hatiye kirin, bi taybet li Zaxoka delal.
Şanazê got: tu Qadroyên wan li Zaxo di Encûmena navendî, Polîtbîro û organên girîng yên YNK de nînin ku gazinên xelkê Badînan bigehîne ciyê biryarê.

Wê berdewam kir: “hinek caran rayedarên wan li Silêmaniyê rûnşitî ne û diçin Hewlêrê ji bo civînan, ez nizanim ew wan civînan ji bo çi encam didin, jiberku Cemawer, Komîte û Melbendên YNK hatine pişt guh avêtin bi taybet li navçeya Badînan”.
Şanaz dibêje: “Badînan nûnerê xwe ne li Hikûmeta Herêmê ne li Bexdayê û ne li tu cîyekî din heye”.
Hemwext dibêje: “emê di kongreya 4mîn de awirek cidî li vê pirsê bidin”.

Ev serdana Şanaza keça Îbrahîm Ehmed ê damezrînerê YNK ji bo navçeya Badînan û bajarê Zaxo li demekî tê ku Qadroyên YNK yên Zaxo ev serdan rexne kir û bi nerîna wan, YNK tenê wexta pêwîstî ya wê weke hilbijartinan hebe bîrya wan dike û li wexta parve kirina postan bi tu awayê bîrya wan nake.

Kongreya 4mîn a Yekîtîya Niştîmanî a Kurdistanê wê li 7 dîsambera îsal were lidarxistin, îro 16/11/2019an hilbijartina nûnerên kongreyê di nava organên YNK’ê dest pê kir, li yek ji navendên wê partiyê li navçeya Kifrî liser destnîşan kirina nûneran şere teqe li navbera balên YNK’ê çêbû û du Qadroyên YNK’ê birîndar ketin, yek ji wan gulle bi bi serê wî ketiye, ev yek jî ramana xurt bûna nakokîyên YNK’ê dide bi sedema fire cemserî a di nava vê partiyê de , her weke Şanazê jî li Zaxo danpêdan bi hebûna fire cemserîyê li nava partîya xwe kirî.

Pustên heman beş