Kuştina 21 xwepêşander û birîndar bûna 142 kesên din li Rojhilatê Kurdistanê
Rêkxirawa Hengaw bo mafên mirov di yekem roja xwepêşandanên bajarên Kurdistana Rojhilat dijî bilind bûna bihayê panzînê ragihand herî kêm 163 Kurd bi gulleyên raste rast ên polîsên Îranê hatîne kuştin û birîndar kirin.
Li gorey zanyariyên Hengawê roja şemî li bajarên Cwanro, Sine, Kirmaşan û Merîwan 163 kes ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatîne hedef kirin bi gulleyên raste rast û bi vê sedemê 21 kesan canê xwe ji dest da.
Her wiha Hengawê ragihand ku hejmara herî zêde a kuştî û birîndaran yên bajarê Cwanro ne ku li vî bajarî 14 kes hatîne kuştin û 52 kesên din jî hatîne birîndar kirin.
Pênasa du kesan ji kuştîyan bi navên “Kawe Mihemedî” û “Hemze” ji bo Hengawê hatîne îsbat kirin, her wiha hatiye zanîn ku yek ji kuştîyan wezîfedarê Hikûmetê bûye û li şaredariyê wezîfedar bû.
Li bajarê Merîwan 6 kes bi teqeya raste rast a hêzên çekdarên Îranê hatîne kuştin û 50 kesên din jî hatîne birîndar kirin ku sê ji wan zaro ne.
Her wiha li bajarê Sine laweke 16 salî hatiye kuştin û 25 kesên din jî hatîne birîndar kirin.
Li bajarê Kirmaşan jî 15 kes hatîne birîndar kirin.
Li rojên înî û şemî ya rabûrî de gelê Îranê bi sedema nerazî bûn ji bilind bûna bihayê panzînê ku ji 1000 tîmenan blind bû ji bû 3000 tîmenan rijyane ser cadeyan û xwepêşandan encam dan, li Kurdistana Rojhilat jî gel li 14bajaran hatin ser cadeyan û xwepêşandan encam dan.