Duran Kalkan: “nasnameya pêşmerge xetere jiberku dixwaze dewletê ava bike”

DORAN KALKAN:"NASNAMEYA PÊŞMERGE XETERE JİBERKU DİXWAZE DEWLETÊ AVA BİKE"

Duran Kalkan endamê komîta navendî a Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê û desteya birêvebir a koma civakên Kurdistanê KCK’ê dibêje: “çi desthilatdareke wilatên “Îraqê, Sûriyê, Îran û Tirkiyê” mafê biryar dayînê liser têkdana pirojeya dewleta Gelên Rojhilata navîn nîne, em di qonaxekî wiha dene ku Gelên Rojhilata navîn diparêzîn, ji bo ku Gelên Rojhilata navîn dewleta demokratîk a Gelan linav van 4 dewleta ava bikin”.

Duran Kalkan li meha Adara sala 2017an daxuyanî lidor rewşa navçeyê û pêkola dewletbûna Başûrê Kurdistanê ji bo medya ya Partîya xwe PKK’ê dan û ajansa Xwakurk ev daxuyanî veguhastin û têde Kalkan wiha axivî bû:

Duran Kalkan amaje dike ku pêkhateya Kurd linav wan 4 dewletan wê parastin û ava kirina dewleta Gelên Rojhilata navîn be, lewma nabe Kurd fikir li dewleta serbixwe bikin, yan liser esasa netewî dewletê ava bikin, ev pirojeyeke şaşe û şaşîyek stratijîke, lewma emê bi hemû awayekî li dijî ava kirina dewleta neteweyî ya Kurdî rawestin.

Duran Kalkan di vê derbarê de got: “em li gel parastina Dewletên “Îraqê, Sûriyê, Îranê û Tirkiyê” ne.

Ev serkirdê PKK’ê dibêje: “ji bo vê yekê Şengal û Mûsil ji bo me weke xala parastina (dewleta Gelan ya Rojhilata navîn) û pêkve girêdana rêrewa Gelên Rojhilata navîne, lewma emê berhingarî Pêşmerge bibîn, çunke nasnameya pêşmergey xetere li ser dewletên (Îraq, Sûriyê, Îran û Tirkiyê) jiberku Pêşmerge pêkola ava kirina dewleta neteweyî a kurdan dike, Kurdistanê mafê dewleta neteweyî nîne, jiberku ev daxwazeke Birciwaze ji bo xizmeta cemserên siyasî û leşkirî, emê bi hemû awayekî berhingarî wê hewla Pêşmerge û kurdan bibîn”.

Kalkan li derbara PKK’ê jî got ku PKK ji bo ava kirina nasnameya (neteweyî û dewleta ji bo kurd) nehatiye damezrandin, ev erke jî nabe bi Partîya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştîmanî, Goran û ENKS’ê û PDK ya Bakur were dayîn, PKK nasnameya dewleta neteweyî na parêze û wê li dij derkeve.

Li derbara Îranê Doran Kalkan go ku eger piştgirya Îranê ji bo alîkariya Gelan di pirsa berhingar bûna dabeşkariya Dewletên Rojhilata navîn bidome, emê Tehranê bikîn navendeke stratîjî û fîdrasyona parastina dewletên demokratîk ên Gelan, jiberku em û çepên Tirkiyê, Sûriyê û li Îraqê jî wê li gel Îran bibin hevbeşeke stratîjî jibo rû bi rû bûna  Kurdên cudaxwaz li Îraqê bi taybet Barzanîyan ku dixwazin Dewletê ava bikin, PKK wê yekem hêz be rû bi rûyê wê hewlê bibe.

Pustên heman beş