Lİ ŞİRNEXÊ SÊ GERÎLA HATİN BERTEREF KİRİN

Lİ ŞİRNEXÊ SÊ GERÎLA HATİN BERTEREF KİRİN

Wezareta derve ya Tirkiyê ragehand ku 3 Gerîlayên ser bi Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê li Gundewarên Şirnexê hatin berteref kirin.

Di ragehandina Wezareta navxwe ya Tirkiyê  de hatiye, di çarçoveya operasyoneke taybet de li Gundewarên Şirnexê ku asayîşa navxwe û tîmên cendirmeyan bi hevbeşî digel dezgehê îstixbaratî yê Tirkiyê  mîtê pêk anîye, têde sê Gerîla hatîne berteref kirin.

Wezareta navxwe a Tirkiyê  pênasa wan Gerîlayan eşkere kirin û ragehand yek ji wan kesên hatiye berteref kirin berpirsê giropa Codî ye bi navê Mehmod Taş bi kud navê “Andok”, ku giropeke ser bi Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê/KCK’ê ye, ê din berpirseke ser bi PKK’ê ye li Silopîyê bi navê Hisno Kaplan kud navê “Adîl”.

Wezareta navxwe a Tirkiyê  di daxuyaniya xwe de amaje bi vê yekê jî kir ku heya niha ev operasyone berdewame.

Pustên heman beş