TİRKİYÊ GEFA DÛBARE DESTPÊKİRİNA ÊRÎŞA LİSER ROJAVA DİKE

TİRKİYÊ GEFA DÛBARE DESTPÊKİRİNA ÊRÎŞA LİSER ROJAVA DİKE

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoxlo ragehand, Emerîka û Rûsya erkên xwe di lihevhatinê de cêbecê ne kirine.

Mewlûd Çawîşoxlo di daxuyaniya xwe de diyar kir ku her yek ji emerîkayê û Rûsyayê ew erkên li gorey lihevhatinê dikevin ser milên wan ji bû Rojava yê Kurdistanê bi diristî encam nedane lê belê Tirkiyê hemû erkên xwe yên di lihevhatinê de bi temamî cêbecê kirîne.

Çawîşoxlo rexne li her yek ji Emerîka û Rûsya girtin û diyar kir ku heya niha ev wilate pabend nebûne bi xalên lihevhatinê û erkên xwe bi diristî cêbecê ne kirîne, çawîşoxlo di berdewamya axaftinên xwe da got pêwîst bû Emerîka û Rûsya erkên xwe bi temamî cêbecê kirban û pabendî lihevhatinê biban, ger bêt û em encaman ji lihevhatinê nestînîn emê dîsan êrîşa ku me dest pê kirbû bidomînîn.

Pustên heman beş