BALEFİRAN PKK Lİ ŞENGAL Û XWAKURK HEDEF KİR

BALEFİRAN PKK Lİ ŞENGAL Û XWAKURK HEDEF KİR

Balefirên cengî yên Tirkiyê, îro hereketên Partîya Karkerên Kurdistanê li herêma Başûrê Kurdistanê bi taybet li navçeyên Xwakurk û Şengalê hedef kirin û zirarên canî pêre xistin.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, îro roja sêşemî 19/11/2019an, balefirên cengî ên Tirkiyê, hereketên PKK li navçeya Xwakurk hedef kirin û 3 Gerîla hatin berteref kirin, hemwext balefirên cengî PKK li komelgeha Xanesûrê a sînorê Şengalê hedef kir, lê belê zirarên êrîşê nehatin destnîşan kirin.

Li vê derbarê de wezareta parastina neteweyî a Tirkiyê beyaneke nivîskî li hesaba xwe a twitterê weşand û têde tesbît kir ku ev êrîş hatine pêkanîn.

Li hefteya rabûrî balefirên cengî yên Tirkiyê civîneke PKK li komelgeha Xanesûrê a Şengalê hedef kir û têde 2 berpirsyarên PKK yên wê navçeyê birîndar kirbûn.

 PKK mala welatîyekê Xanesûrê weke navenda civînên xwe bikar anî, balefiran jî ew mal moşekbaran kir û bi temamî jinavbir.

Pustên heman beş