LİSER RÊYA M4Ê ŞER DİDOME Û KUŞTÎ HENE

LİSER RÊYA M4Ê ŞER DİDOME Û KUŞTÎ HENE

Êrîşa arteşa dagîrkariya Tirkiyê û dovelankên wê li ser rêya navneteweyî a bi navê M4 didome, HSD êrîşan bersiv dide.

Çavkaniyên Rojava Kurdistanê îro roja sêşemî 19/11/2019an eşkere kirin, arteşa dagîrkariya Tirkiyê û çeteyên wê ên girêdayî Cebhet Elnusre û arteşa azad a Sûriyê, ji duh şevê ve êrîşa rêya navneteweyî M4ê dikin, hêzên Sûryaya demokratîk HSD, evan êrîşan bersiv dide.

Arteşa dagîrkariyê û dovelankên wê, ji enya gundê Dibis yê girêdayî bajarokê Eyn Îsayê êrîşa rêya M4ê dkin.

Navenda çapemeniya HSD’ê li vê derbarê de beyaneke nivîskî weşand û têde hat tesbît kirin ku herî kêm leşkrekê Tirkiyê di bersivdana êrîşa li ser M4ê de hat kuştin.

Her wiha HSD dibêje: arteşa dagîrkar dixwaze rêya M4ê kontrol bike, lê belê şervanên wan rênadin ev pêşveçûn çêbibe.

Tirkiyê li 9 Cotmeha îsal êrîşa dagîrkariya ser Rojava Kurdistanê destpêkir û ji bo berhingarî bûna evê dagîrkariyê, hêzên Rojava Kurdistanê berxwedana rumetê îlan kir.

Pustên heman beş