PKK Bİ ZORÎ DİKEVE NAVA MALÊN ÊZDÎYAN DE Lİ XANESORÊ

Di êrîşeke asîmanî de ku îro balefirên Tirkiyê li bajarokê Xanesorê ê girêdayî Şengalê kirbû, 5 çekdarên yekîneyên berxwedana Şengalê a girêdayî Partîya Karkerên Kurdistanê hatine kuştin û brîndar kirin yek ji wan jin bû.

Îro roja sêşemî 19/11/2019an li bajarokê Xanesorê a başûrê şengalê, balefirên cengî ên Tirkiyê mala wilatîyekê navçeyê bi navê “Îlyas Dêro” ku dikeve alê bakorê rojhilata bajar bordoman kir ku çekdarên yekîneyên berxwedana Şengalê “YPŞ’ê” a girêdayî PKK’ê têde cî girtibûn û weke bingehekê bikar anî.

Di êrîşê de 5 çekdarên ” YPŞ’ê ” ku di hundirê wê malê de bûn, hatin kuştin, yek ji wan çekdaran jine.

Di vê derbarê de, çavkaniyên Darka Mazî yê li navçeyê eşkere kirin, PKK û çekdarên YPŞ’ê bi zorî dikeve nav malên wilatîyên Xanesorê û civînên xwe têde pêk diîne, ji bo ku xwe ji êrîşên Tirkiyê bi parêzin.

Hemwext xwedanên malê jî eşkere kirin ku PKK û YPŞ bi zorî hatine di nava mala wan de û gelê navçeyê jî haya wan ji vê zordarî ya PKK’ê heye, lê nikarin dengê xwe bikin.

Balefrên Tirkiyê li 4/11/2019an baregehekê PKK’ê li Xanesorê bordoman kirbû her yek ji “Mezlûm Ros” ku berpirsyar û fermandarê giştî YPŞ’ê û “Elî Şêr” fermandarê hêzên taybet yên şengalê têde brîndar kirbûn.

Pustên heman beş