ERDOGAN: EM DİZANİN KU EMERÎKA DEST Jİ YPG’Ê BERNADE

ERDOGAN: EM DİZANİN KU EMERÎKA DEST Jİ YPG’Ê BERNADE

Serok komarê Tirkiyê îro beşdarî civîna koalîsyona AKP’ê li parlemenê kir û hinek melefên rojeva Tirkiyê û navçeyê nirxandin, Erdogan got: Emerîka dev ji piştevanî kirina çekdarên kurd bernade.

Receb Teyîb Erdogan îro li civîna koalîsyona partîya xwe a dad û geşepêdanê beşdarî kir û gotar xwend, Erdogan wiha axvî: Tirkiye dizane ku Emerîka dev ji piştevanî kirina çekdarên kurd ên li Sûryayê bernade, lê belê tekoşîna me li dijî wan wê bi dome.

Her wiha dest nîşan kir, Tirkiye îhsas dike ku Emerîka wê berdewam piştgiryê ji bo çekdarên kurd bke û got: Emerîka dixwaze YPG’ê wiha nîşan bide ku kyaneke li dijî DAIŞ’ê şer kiriye.

Bi nerîna Erdogan YPG di xana terorê deye û tawanên dijî sivîlan encam dane, her wiha tu şerek li dijî DAIŞ’ê nekiriye, lê a rast YPG’ê û HSD’ê pêtir ji 11 hezar şehîdan li navçeyên rojava kurdistanê di cenga xwe a li dijî terorê de dane.

Her li derbara melefa sûryê û rojhilata Firatê, serokê Tirkiyê go ku cenga wan li navçeyê wê bidome û êdî ew rê nadin tu plane li navçeyê bêy razîbûna wan were encam dayîn.

Pustên heman beş