Balefrên cengî ên Tirkiyê îro baregeheke yekîneyên berxwedana Şengalê a girêdayî PKK’ê, li bajarokê Xanesorê ê Bakura Şengalê hedef kir û 20 çekdarên wê giropê têde kuştin.
Îro roja çarşemî 20/11/2019an balefirên cengî ku guman tê kirin ên arteşa Tirkiyê bin, baregeheke yekîneyên parastina şengalê ku bi YPŞ’ê tê nas kirin, li bajarokê Xanesorê ê Bakura Şengalê hedef kir û 20 çekdarên wê giropa girêdayî partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê di hundirê baregehê de kuştine.
Wezareta karên hundir a hikûmeta Îraqa federal di beyaneke nivîskî de, tesbît kir ku balefireke nenaskirî ev êrîşa asîmanî encam daye û 20 çekdarê YPŞ’ê têde kuştine.
Her wiha eşkere kir ku ew baregehê YPŞ’ê bi timametî hat têk birin.
Êrîşa îro a li bajarokê xanesorê hemuxta êrîşa duh roja sêşemî tê wexta êrîşa asîmanî liser mala wilatîyekê Xanesorê bi navê “Îlyas Dêro” hat kirin û têde 5 çekdarê YPŞ’ê hatine berteref kirin.