MESRÛR BARZANÎ: ÇARESERÎ Jİ BO REWŞÊ Bİ ALİYÊN ÎRAQÊ RE NÎNE

MESRÛR BARZANÎ: ÇARESERÎ Jİ BO REWŞÊ Bİ ALİYÊN ÎRAQÊ RE NÎNE

Serok wezîrê herêma başûrê kurdistanê êvara îro tevlî forma aştî û ewlehiya rojhelata navîn bû û hinek melefên girîng şirove kirin û nirxandin ji boy rewşa Îraqê û navçeyê kir.

Mesrûr barzanî îro di çarçûveya roja duyemîn a forma aştî û ewlehiya rojhelata navîn de ku zanîngeha Emerîkî li parêzgeha Dihokê saz dike, beşdarî dîbeyteke taybet kir û li dor rojeva herêma başûr, Îraqa federal, her wiha rojhelata navîn nerînên xwe eşkere kirin .

Mesrûr barzanî li derbara melefa hundir go ku hikûmetê dest avêtîye bernameya xwe a çaksaziyê û dest nîşan kir ku encama wê çaksaziyê hinekî xweya bûne.

Li derbara Îraqa federal û rewşa wê a niha ku xwepêşandanên dijwar lê tên meşandin, serokê hikûmeta başûr got: rewşa niha a Îraqê ji bicî ne kirina destûra wilatî ye, destûra Îraqê a başe, lê prisgirêk ji bicî nekirin û pişt guh avêtina bend û xalên destûrê ne.

Her wiha dibêje: rewşa Îraqê aloze her alî dizane ku grift hene, lê belê aliyan çareserî ji bo rewşê nîne.

Mesrûr barzanî her li vê mijarê behsa vekşandina arteşa emerîkayê ji Îraqê kir û got: vekşandina emerîkayê valatî çêkir û Îraqê nikarî wê valatîyê pirr bike, lewma wlatên deverê ciyê emerîkayê girtin.

Serokê hikûmetê dibêje: mafê gelê Îraqê ye mafên xwe ên rewa ji hikûmetê bixwaze, ji ber ku ew Hêjayî jîyaneke baştirin.

Li derbara melefa terorê û ewlehiya rojhelata navîn, diyar kir, rêxistna terorî a DAIŞ’ê hîna niha bi xetereyeke cidî li ser navçeyê û cîhanê tê hejmartin, sedema wê yekê jî fikra DAIŞ’ê nehat jinavbirin û ji bo wê, wê pêwîstî bi çalakiyên leşkirî ên zêde hebe.

Serok wezîrê herêma başûr li derbara aware û penaber bûna gelên deverê got: pêwîste sedemên awarebûna gel werin çareser kirin, li vê dawyê pêtir ji 16 hezar kesan piştî êrîşa ser rojava kurdistanê berê xwe dane herêma başûr.

Mesrûr barzanî dibêje: alîkarya civaka navneteweyî ji bo awareyên li herêma kurdistanê cî girtine gelek kême û ew yek rexne kir.

Pustên heman beş