p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
BALEFİRÊN BÊ PÎLOT KOMKUJÎ Lİ SÎNORÊ GİRÊ SİPÎ PÊKANÎ

Arteşa dagîrkarî a Tirkiyê îro bi balefirên bê pîlot êrîşa gundekê sînorê bajarê Girê Sipîyê kirin, 2 sivîl şehîd ketin û 3 brîndar bûn.
Çavkaniyên rojava kurdistanê eşkere kirin, êvara îro roja çarşemî 19/11/2019an, balefirên bê pîlot ên arteşa dagîrkar a Tirkiyê, gundê Qirinfilê yê girêdayî bajarê Girê Sipî hedef kir û komkujî pêkanî.
Di êrîşê de, 2 wilatîyên sivîl şehîd ketin, hemwext 3 jî brîndar bûn.
Çavkaniyan dest nîşan kir, balefirên bê pîlot ên arteşa Tirkiyê erebeyeke ku 5 kes têde bûn hedef kir.
Çavkaniyan ji gund diyar kirin ku 2 sivîl şehîd bûn û 3 jî bi giranî brîndar bûn, di nav de zarok hebûn.
şehîd û brîndar ji bo nexweşxaneyên bajarê kobanê hatin veguhastin û nasnameyên şehîdan nehatin naskirin.





