EREBEYEKE MAYÎN KİRÎ Lİ GİRÊ SİPÎ TEQİYA Û 10 KES KUŞTİN

EREBEYEKE MAYÎN KİRÎ Lİ GİRÊ SİPÎ TEQİYA Û 10 KES KUŞTİN

Îro sibê erebeyeke mayîn kirî li bajarokê Girê Sipî teqiya, kuştî û birîndarên teqînê hene.

Çavkaniyên Rojava Kurdistanê eşkere kirin, îro roja şemî 23/11/2019an, erebeyeke mayîn kirî li navenda bajarokê Girê Sipî teqiya û hejmareke kesan hatin kuştin û birîndar kirin.

Pêzanînên destpêkê eşkere kirine ku di encama teqînê de 10 kes hatine kuştin, lê tesbît nebû heger çeteyên Tirkiyê bin an sivîlin.

Teqîn li himber hinek avahiyan hat pêkanîn û zirareke mezin bi wê ciyê xistin.

Birîndarên teqînê ji bo nexweşxaneya Kanya Xezala a Ruhayê bi ambulansan hat veguhastin.

Pustên heman beş